Li Moldovayê referandûma YE’yê: Gelo mudaxile hate kirin?

Di referandûma têkildarî pîvana endamtiya YE’yê de, dengê 'Na' demeke dirêj li pêş bû, lê dawiya dawî dengê 'Erê' bi ser ket. Li gorî Moskowayê di jimartina dengan de “anormalî” heye.

Di referandûma ku roja Yekşemê hatî kirin de, dengê “na” demek dirêj li pêş bû. Piştre sihara Duşemê dengên “erê” bi ferqa hezar dengî (ji sedî 50,28) bû yekemîn.

Ji bo Serokkomar Maia Sandu ku polîtîkayên alîgira Yekîtiya Ewropayê (YE) ye, vê encamê îmaja wê xera kir. Serokkomar nîvê şevê bi fermî nerazîbûn nîşan da û weke “êrîşeke li dijî demokrasiyê ya mîna wê nehatî dîtin” şermezar kir û diyar kir ku “ew ê teslîm nebe”.

Sandu got, “komên sûcan ên ku bi hêzên biyanî yên dijminê berjewendiyên me yên neteweyî re tevdigere, ji bo welatê me ber bi bêistikrariyê ve bibin, bi propanda, derew û deh milyon euro’yan êrîşî welatê me kirin.”

Kremlin jî nerazîbûn nîşan da ku di dengdana referandumê de “anormalî” hene. Berdevkê Serokatiya Dewleta Rûsyayê Dmîtrî Peskov têkildarî van “sûcdarkirinên cidî” daxwaza “îspatê” kir.

Di heman demê de, hilbijartinên serokkomariyê jî hatin kirin. Namzeta 52 salî Sandu, bû yekemîn lê belê hilbijartin ji tura duyemîn re man.

Li gorî van encamên referandûmê, serketina Sandu ya di tûra duyemîn de ne garantî ye. Hilbijartinên tûra duyem wê 3’yê Mijdarê bên kirin. Di tûra destpêkê de Sandu ji sedî 42’yê dengan wergirt, dîsa jî dozgerê berê yê 57 salî Alexandr Stoianoglo ku sosyalîstên alîgirê Rûsyayê piştgirî didinê, (%26) têra xwe li pêş dixuyê.

Lê belê li gorî analîst, Stoianoglo dikare bawerî rezervên deng ên gelek namzetên biçûk bîne. Muxalefet timî nerazîbûn nîşan dide ku desthilatdariya heyî amade ye ku mafên mirovan binpê bike. Stoianoglo jî li dijî hikûmeteke wiha, bang dike ku “edalet jinûve bê tesîskirin”.

Piştî dagirkirina Ukraynayê, Maia Sandu pişta xwe daye Moskowayê. Ji bo vê stratejiya xwe piştrast bike, biryar dabû ku hêmana endamtiya YE’yê jî bibe referandumê.