Li mizgefteke li Bexdayê teqîn: 2 kes mirin
Di êrîşa întixarî ya li mizgefteke Şiî a dikeve rojhilatê paytexta Iraqê Bexdayê de, 2 kes mirin.
Di êrîşa întixarî ya li mizgefteke Şiî a dikeve rojhilatê paytexta Iraqê Bexdayê de, 2 kes mirin.
Li gorî çavkaniyên polîsên Iraqî, keseke bombe li xwe pêçayî li mizgefta Îmam Mehdî El Mûntazer bombeya li ser xwe teqandiye.
Di teqînê de 2 kes mirin, 9 kes jî birîndar bûn. Li gorî çavkaniyên polîsan, kesê bombe li ser di ketina mizgeftê de hatiye astengkirin û xwe li wir teqandiye. Hata niha kesê teqîn li xwe negirtiye.