Li mizgeftê di êrîşa bombeyî de 30 kes mirin
Li eyaleta Adamawa ya li rojhilatê Nîjeryayê, êrîşeke xwekujî ya bombeyî li mizgeftekê hate kirin. Di êrîşê de 30 kes mirin.
Li eyaleta Adamawa ya li rojhilatê Nîjeryayê, êrîşeke xwekujî ya bombeyî li mizgeftekê hate kirin. Di êrîşê de 30 kes mirin.
Berdevkê Polîsên eyaleta Adamawa Osman Ebûbekir got, êrîş li mizgefta li herêma Mûbî rû daye û 30 kes mirin e. Berdevk ragihand ku êrîş ji aliyê xwekujekî 17 salî ve hatiye kirin.
Ebûbekir got, êrîş danê sibehê heman piştî nimêjê li pêşiya mizgeftê hatiye kirin û birîndar rakirine nexweşxaneyê.
Wekî din, Komîteya Rizgarkirinê ya Navneteweyî Emma Adasolîd ragihand ku hejmara miriyan herî kêm 40 kes e.