Li misyonên aştiyê yên NY’yê ‘îstîsmara zayendî’ didome

Sala bihurî li ser 138 kesên ku xebatên Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin, gilih hate kirin ku îstîsmara zayendî kirin.

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Gueterres bi raporekê got ji nîvî zêdetir îstîsmarên zayendî dema misyonên aştiyê de pêk tên. Guterres got ji 62 gihilên 2017’an 62 jê misyona aştiyê û yek jê yên misyona siyasî ne. Sala bihurî li vê qadê 104 gilih b naveroka îstîsmara zayendî hatine kirin.

Li gorî raporê li ser Mînusca, misyona NY’yê ya li Efrîkaya Navîn gilih bi rengekî berbiçav kêm bûne. 2016’an li ser vê misyonê 52 gilih hatibû kirin, 2017’an 19 gilih.

Gueterres got, ‘’Li dijî vê rewşê têkoşîn 2018’an jî wê bibe yek ji hedefa min a sereke.’’

Gueterres ku ji 1’ê Çile ya 2017’an ve li ser NY’yê ye, soz dabû ku li dijî Kask Şînan û endamên dî yên NY’yê, li ser sûcdariyên bi vî rengî wê hişk be.

Di raporê de hate gotin, ‘’Kesên ku di bin alaya NY’yê de xizmetê dikin divê nebe hevkarê îstîsmara zayendî.’’