Li Misrê li dijî Kiptiyan êrîş: 7 kes mirin
Li Misrê li dijî otobusa şêniyên Kiptiyên Xiristiyan tê de bûn êrîşek pêk hat û di êrîşê de 7 kes mirin.
Li Misrê li dijî otobusa şêniyên Kiptiyên Xiristiyan tê de bûn êrîşek pêk hat û di êrîşê de 7 kes mirin.
Êrîş li wîlayeta Mînya pêk hat. Li gorî çapemeniya Misrê li dijî otobusa Kiptiyên Xiristiyan tê de bûn êrîşeke ekdarî pêkhatiye. Di êrîşê de 7 kes mirin.
Gulana 2017’an li Mînya li dijî heciyên Kîptiyan êrîşek pêk hatibû û 28 kes miribûn ku di nava wan de gelek zarok jî hebûn. Çeteyên DAÎŞ’ê êrîş li xwe girtibûn. Piştî vê êrîşê artêşa Misrê kampên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Lîbyaya cîran bombebaran kiribûn.