Li Misrê goreke ji yên tên zanîn cudatir hate dîtin

Li Misrê di karê arkeolojîk de goreke beriya niha bi 2000 hezar salî hate dîtin. Di nava gorê de peykerên biçûk hatin dîtin û heta niha qet nehatiye vekirin.

Li bajarê Îskenderiye yê Misrê, goreke ji serdema Qraliyeta Ptoleme hate dîtin.

Wezareta Antîkîte ya Misrê bi daxuyaniyekê ragihand ku gor bi 265 santîmetre dirêj, 165 santîmetre fireh û 185 santîmetre jî bilind e.

Nehate tespîtkirin bê gor tam di kîjan salê de hatiye çêkirin, lê ji serdema Qraliyeta Ptoleme maye ku dema navbera salên 323 û 30 beriya zayînê serdest bû.

Cudahiya vê gorê ji yên din ew e, ku piraniya gorên ji serdema destpêkê mayî hatine vekirin û xerakirin. Lê ev gor nehatiye vekirin. Her wiha peykerekî biçûk jî di nava gorê de hate dîtin ku tê texmînkirin ê kesê di gorê de hatiye veşartin e.

Ji ber ku li ser gor ti nivîs nîne, ji bo fêhmkirina gorê karekî zêdetir divê.