Li Misrê êrîş li Kiptiyan hate kirin: Bi dehan kes mirin

Li herêma El Minya ya li başûrê Misrê, li dijî otobuseke ku şêniyên Kiptî tê de bûn, êrîşeke çekdarî hate kirin. Ji ber vê êrîşê bi dehan kes mirin.

Medya Misrê ragihand, kesên çekdar li otobusa ku Kiptî tê de bûn reşandine. Li gorî Reûtersê herî kêm 23 kes di êrîşê de mirin e. Medya Misrê û Rûssîa Today qala 24-25 miriyan dikin. Herî kêm 25 kes jî birîndar bûn.

Roja 9'ê Nîsanê jî çeteyên DAIŞ'ê du êrîşên xwekujî li dêrên li Tanta û Skenderiyeyê hatibûn kirin û di encamê de 45 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di meha Kanûnê ya sala 2016'an de jî êrîşeke bi heman rengî hatibû kirin û 29 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Piştî ku Serokkomarê Îslamî Mûhammed Mûrsî di sala 2013'an de bi darbeya leşkerî ji wezîfeyê hate girtin, ji hingî ve baskê DAIŞ'ê yê herêmî êrîşan dike. Êrîş bi giranî li bakurê nîvgirava Sînayê tên kirin.

Van çeteyan di mehên dawî de êrîşên xwe yên li dijî hindikahiya Kiptî ya Ortodoks zêde kiriye. Kiptî ji sedî 10 ê nifûsa 90 mîlyonî ya Misrê ne.