Li Misrê du tren li hev qelibîn: Herî kêm 32 kes mirin

Li başûrê Misrê li Sevhacê du trenên rêwiyan li hev qelibîn. Herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dan, 66 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Misrê bi daxuyaniyekê ragihand ku li wîlayeta Sevhacê nava rojê du trenên rêwiyan li hev qelibîn.

Wezaretê diyar kir ku bûyer bi 460 kîlometreyî li başûrê paytext Qahîreyê qewimiye. Di qezayê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan, 66 kes jî birîndar bûn.