Li Misrê 4 xebatkarên AA'yê hatin destgîrkirin

Li Misrê polîsan bi ser Ajansa Anadoluyê de girtin, ku AA berdevka rejîma Tirk e û 4 xebatkarên AA'yê hatin destgîr kirin.

Li Misrê roja Çarşemê polîsan 4 peywirdarên Ajansa Anadouyê (AA) destgîr kirin. Polîsan heta berê sibehê li bûroya ajansê geriyan û dawiyê 3 jê Misrî 1 jê Tirk destgîr kirin.

Wezareta Karê Derve ya Tirk banga li ataşeyê Misrê yê li Enqere kir û jê daxuyanî xwest. Wezîrê Ragihandinê yê Tirk Fahrettîn Altûn jî got, ''hewlesteke bi dijminatî ye''.

Wezareta Karê Derve ya DYE'yê jî ji hikûmeta Misrê xwest ku 'nûçegihan'an demildest berde.

Li gorî Reutersê Wezareta Karê Navxwe ya Misrê bi daxuyaniyekê diyar kiriye AA agahiyên derew û neçê berbelav dike. Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Saziyên ewlehiya millî tespît kirin ku yek ji komîteya medyaya elektronîk a Tirk daîreyekê mîna navenda xebatên muxalîf bi kar tîne.''

Wezareta Karê Derve ya Misrê got li pişt van xebatan Birayên Misilman hene ku li Misrê mîna rêxistina terorê tê qebûlkirin. Tê zanîn ku dewleta Tirk destekvanê sereke yê Birayayên Misilman e.