Li Misrê 2 gorên ji dema Fîrewn hatin dîtin

Li Misrê goreke nû ya ji serdema Fîrewnê destpêkê hate dîtin. Gor li rojhilatê Çemê Nîlê, li nêzî Newala Qralan a li Lûxorê ye.

Tîma ji arkeologên Fransa û Misrê, li ber bîrdariya Melîkeya Misrê Haçepsûtê ya li herêma El Assasîfê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Wezîrê Antîkîte yê Misrê Xalid El Ananî daxuyanî da û li hundirê gorê wêneyên taybetên ên bi reng ên ji dema Ramses hatine xêzkirin hene.

El Ananî diyar kir, gora ji sedsala 8'an a Berî Zayinê maye, ji hingî ve mohrkirî bû û mohr nû hatiye şikandin. El Ananî got, berhemên di gorê de hatin dîtin, berhemên "Thaw-Irkhet-If" e ku li herêma Mûtê ji şopandina karê mûmyakirinê berpirsyar bû.

Hate gotin, gelek peykerên bîranînê yên ji text, fayans û heriyê hatine çêkirin, di hundirê gorê de hatine dîtin.

Gora duyemîn jî ji aliyê mîsyoneke Zanîngeha Strasboûrgê û Enstîtuya Arkeolojiyê ya Rojhilata Navîn a Fransayê ve hate dîtin.

Tê gotin ku ev gor jî yê xanedanê 18'emîn e. Ev gor jî li heman herêmê hate dîtin.