Li Misirê ji bo roja Înê û vir ve 500 kes hatine destgîrkirin

Li Misirê roja Îne protestoyên li dijî desthilatdariyê hate lidarxistin û heta niha 500 kes hatine destgîrkirin.

Navenda Mafên Ekonomîk û Civakî yên Misirnê (ECESR) li ser malpera xwe ya facebookê diyar kir ku ji roja Înê heta niha 516 kes hatine destgîrkirin.

Roja Înê li Qahîreyê ya ku paytexta Misirê ye û li gelek bajarên din bi sedan kes desthilatdarî protesto kiribûn û xwestibûn bila Serokkomar Abdulfetah El Sîsî ji ser desthilatdariyê biçe.

Di roja Şemiyê de li Suveyşê jî xwepêşander dîsa daketin kolanan.

Polîsên Misirê roja Yekşemê parêzer Mahînûr El Masrî destgîr kir.

Di rojên dawîn de li ser torên medyaya civakî jî bangên çalakiyan hate kirin. Karsazê bi navê Mûhammed Alî yê li sirgunê bang kir ku bila di 27’ê Îlonê de bi milyonan kes dakevin qadan.

KÎ LI PIŞT ÇALAKIYAN IN?

Baş nayê zanîn ku kî li pişt çalakiyan e û kî pêşengiyê dikin. Lê him Îslamîst û him jî alîyên laîk û demokratîk banga çalakiyan dikin.

Li gorî hin jêderkan kesên hatine destgîrkirin, nêzî ‘Biraderên Misilman’ in.

Biraderên Misilman jî diyar kir ku ji bo hilweşandina rêveberiya leşkerî ew ê piştgiriyê bidin van çalakiyên girseyî.

Tevgera Sosyalîst a Şoreşger jî got ku “Çûna Sîsî ne xeyal e, ji her demê nêztir e.”

Di sala 2013’an de serokkomarê berê Mûhammed Mursî ji desthilatdariyê hatibû xistin û ji wê demê heta niha pêşiya xwepêşandan û çalakiyan tê girtin. Di sala 2019’an de referandûm hate kirin û guherîna Destûra Bingehîn hate qebûlkirin. Li gorî vêya Sîsî wê heta 2030’an li ser peywirê be.