Li Misirê heşt mûmya hatin dîtin

Li pîramîteke Dahshûrê ya li başûrê Kahîreyê ya Misirê heşt mûmya hatin dîtin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Antîkayan li goristana bajêr a Dahshûrê di pîramîtekê de heşt lahît û di nava yekê de mûmya hatiye dîtin.

Li qadê kolandina di meha Tebaxê de hatibû destpêkirin. Ev lahîtên ku hatine dîtin ji salên Beriya Mîladê 700-300’î mane.

Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Antîkayan Mûstafa Vezîrê diyar kir ku sê mûmya bi qasî ku werin parastin, zexm in.

Wezaretê diyar kir ku di demeke nêz de ew ê van mûmyayan li muzeyên Hûrgada û Şarm El Şeyhê bidin nîşandan.

Di Nîsana 2017’an de piştî lêkolînên li goristana bajêr a Dahshûrê arkeologan bermahiya pîramîteke 3.700 salî dîtibûn.