Li Meksîkayê polîs û çete bi hev ketin: 13 kes mirin

Li eyaleta Jalîsco ya li rojavayê Meksîkayê, di operasyonekê de ku ji bo rizgarkirina kesên revandî hate kirin, polîs û çete bi hev ketin. Di şer de 13 kes mirin.

Şer li taxeke bajarê Gûadalajara qewimî. Li gorî şahidan, şer zêdeyî saetekê dewam kir.

Dozger Lûîs Mendez Rûîz ji rojnkamevanan re ragihand ku di encama şer de 2 kesên li nava avahiyekê dîlgirtî bûn, hatin rizgarkirin.

Li gorî rayedaran di şer de 4 polîs û 9 çete hatin kuştin. Waliyê Jalîsco Enrîqûe Alfaro diyar kir ku sê jê bi birîna giran 8 kes hatin destgîrkirin û gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin.

Li eyaleta Jalîsco ji destpêka salê û vir ve 10 polîs hatin kuştin. Ev eyalet ji ber hebûna çeteyan yek ji eyaletên herî tund ê Meksîkayê ye. Bi taybetî kartela Jalîsco ya Nifşê Nû lê xurt e.

Şefê çete Nemesîo "El Mencho" Osegûera yek ji baronên narkotîkê ye ku herî zêde lê tê gerîn.

Saziya li dijî narkotîkê ya Emerîkayê DEA, 10 milyon dolar xelat danî serê Osegûera.

Li Meksîkayê ji Kanûna 2006'an dema destpêkirina operasyona leşkerî ya li dijî sûcên organîzeyî û vir ve 340 hezar kes hatin kuştin, bi deh hezaran kes winda ne.