Li Meksîkayê gotegotên derbarê Covîd-19'ê bû sedema rûdanan

Li Meksîkayê di ser Facebookê re piştî ku gotegotên derbarê Covîd-19'ê berbelav bûn, li gundekî xwecihan avahiya şaredariyê û gelek avahiyên din hatin şewitandin.

Waliyê eyaleta Chîapasê ya li başûr Rutîlîo Escandon ragihand bi qasî 30 'sûcdar'î hewl dan bi gel bidin bawerkirin ku problema Covîd-19'ê nîne.

Piştî ku li ser Facebookê gotegotên weke, ''Vîrûsa koronayê ne rast e'' û 'droneke ku toza spî ku çermê laşê mirov ziwa dike Yekşemê hate xistin'' êrîş çû ser avahiya şaredariyê û sê malan. Li gorî gotegotan saziyên herêmî li dijî koma etnîk a bi navê Tzotzîlê êrîşeke kimyewî anîn.

Li Meksîkayê ji destpêka pandemiyê û vir ve gelek rûdanên tundiyê çêbûne.

Li eyaleta li rojava Mîchoacanê û li başûr li Oaxacayê dema operasyonên dezenfeksiyonê gelek rûdanên tundiyê çêbûn.

Meksîka ya ku nifûsa wê 120 milyon e, li Emerîkayê Latînê piştî Brezilyayê vîrûsa koronayê herî pir bandor li ser kiriye. Li Meksîkayê heta niha ji 9 hezaran zêdetir mirov mirine.