Li Meksîkayê gora komî: Herî kêm 25 cesed hatin derxistin

Li derdora Gûadalajara ya li rojavayê Meksîkayê ji goreke komî herî kêm 25 cesed hatin derxistin.

Li gorî daxuyaniya dozgeriya eyaleta Jalîscoyê, roja Pêncşemê di kolandina gora kmî de hestiyên 25 kesên nayên naskirin hatine dîtin. Her wiha ji gorê pênc kîsên ku tê texmînkirin hestiyên mirovan tê de ne hatin derxistin.

Gora komî li El Saldoyê hate dîtin ku li başûrê duyemîn mezintirîn bajarê Meksîkayê Gûadalajara ye. Hae ragihandin ku gor ji aliyê kûçikekî ve hatiye dîtin.

Hate ragihandin ku kolandina li herêmê wê rojên bê dewam bike.

Ji destpêka sersalê û vir ve piraniya wan li derdora Gûadalajarayê li eyaleta Jalîscoyê herî kêm ji 10 gorên komî 115 cesed hatin derxistin.

Li vê eyaletê bi taybetî di nava pênc salên dawî de ji ber hebûna kartelê narkotîkê Jalîsco Nûeva Generacîon (CJNG) bûyerên tundiyê zêde bûn.