Li Meksîkayê êrîş: 5 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn

Li paytexta Meksîka Meksîkoyê, ji ber êrîşeke çekdarî 5 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn.

Li paytext Meksîkoyê, 5 kesên ku xwe weke muzîsyenên herêmî nîşan didan gule li derdorê reşandin. Ji ber êrîşê 5 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn. Yek ji birîndaran tûrîst e.

Serdozgeriya Meksîkoyê daxuyaniyek da û got, "Êrîş li meydana Garîbaldî pêk hat û 5 kes mirin. 3 kes li cihê bûyerê, 2 kes jî li nexweşxaneyê mirin." Rayedaran diyar kirin ku yek ji birîndaran kesekî biyanî ye.

Tê gotin, êrîş ji aliyê 5 kesên ku xwe weke muzîsyenên herêmî nîşan didan hate kirin û êrîşkar bi sê motorsîkletan ji herêmê reviyan.