Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Li Meksîkayê aktîvîstê ku cînayetan eşkere dikir hat qetilkirin

Adolfo Enrîquez ku cînayetên li Meksîkayê eşkere dikir, li bajarê Leonê hat qetilkirin.

Aktivîstê ku cînayetên li yek jî bajarên herî xedar ên Meksîyayê eşkere dikir, bi xwe jî bi guleyê hat qetilkirin.

Adolfo Enrîquez li bajarê Leon ê eyaleta bakurê-navendî ya Guanajuato hat kuştin. Bajar, li Meksîkayê piştî bajarên sînor Tîjuana û Cîudad, sêyemîn bajare ku herî zêde lê cînayet tên kirin.

Adolfo Enrîquez di medyaya dijîtal de xwe wekî aktîvîstekî ku daxwaza welatekî bi serweriya hiqûqê dike, dida nasîn.

Enrîquez di heman demê de dîmenên sûcên wek diziyê parve dikir û ji bo eşkerekirina dizan ji gel alîkariyê dixwest.

Di çapemeniya herêmî de hat ragihandin ku Enrîquez piştî ji restorantê derketiye hatiye kuştun û êrîşkar bi motorsîkletê reviyaye.

Li gorî daneyên fermî, li bajarê Leonê tenê di meha Cotmehê de 64 cînayet pêk hatine.