Li meclîsa Elmanyayê ji bo êrîşên li ser Rojava bang hate kirin

Li Meclîsa Federal a Elmanyayê bang hate kirin û parlementerên xwestin ku li hemberî Erdogan zextên encamgir were kirin.

Bi serlêdana Partiya Çep li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li Meclîsa Federal rûniştineke taybet hate lidarxistin.

Li ser navê Partiya Çep Sevîm Dagdelen axivî û bêhelwestiya hikumeta federal a li hemberî Tirkiyeyê bi gotinên tund rexne kir.

Dagdelen diyar kir ku piştî êrîşa Erdogan a li dijî Efrînê Tirkiyeyê careke din zagonên navneteweyî bin pê kiriye. Dagdelen bal kişand ser vî tiştî ku di demên dawîn de Elmanyayê 1,4 milyon eûro çek firotiye Tirkiyeyê.

Li ser navê partiya desthilatdar a CDÛ/CSÛ Johanne Davîd Wadephûl jî got ku “Tirkiyeyê qanûnên navneteweyî bin pê kiriye, divê artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe bi dawî bike.”