Li Marsîlyayê meşa dirêj di roja 2’an de didome
Li Marsîlyayê meşa dirêj a ji bo azadiya Ocalan û ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê di roja 2’an de didome.
Li Marsîlyayê meşa dirêj a ji bo azadiya Ocalan û ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê di roja 2’an de didome.
Kurdistaniyên li Başûrê Fransayê dijîn ji bo azadiya Ocalan û piştgiriya Efrînê meşeke dirêj dabûn destpêkirin. Vê meşa dirêj di roja 2’an de didome. Kurdistanî duh gihiştibûn Marîgnaneyê û vê sibê jî berê xwe dan St. Antoîneyê ya ku taxeke Marsîlyayê ye. Di meşê de jinan posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ciwanan jî alayên YPG/YPJ’ê hildan.
‘ÊRÎŞA FAŞÎSTAN HATE ŞIKESTIN’
Piştî meşa 6 saetan dema ku çalakvan gihiştin St Antoîneyê, faşîstan xwestin bi alaya Tirkiyeyê girseyê proveke bike û bi kêran êrîşî girseyê kirin. Kurdistaniyan êrîş şikandin û li vê derê ciwanek ji lingê xwe birîndar bû. Hate hînbûn ku ji koma faşîst jî gelek kes hatine birîndarkirin.
Piştî bûyeran ji bo çalakvanan şeva moralê hate lidarxistin û çalakvanan govend gerandin.
WÊ SIBÊ BIDOME
Meşa dirêj wê sibê li St Antoîneyê were destpêkirin. Bi sedan Kurdistanî wê meşvanan pêşwazî bikin û heta qada Vîeûx-Portê wê meşeke girseyî li dar bixin. Piştî mîtîngê ew ê meş bi dawî bibe.