Li Malî'yê El Qaîdeyê zêdeyî 130 sivîl qetil kir

Li navenda Malî'yê di êrişan de ku tê gotin ji aliyê El Qaîdeyê ve hatine ikrin, zêdeyî 130 sivîl hatin qetilkirin.

Li Malî'yê yek ji komkujiyên herî giran çêbû. Li herêma Dîallassagoûyê, Bankassê, ku bajarokên herî dewlemend e, komkujiyek hate kirin. Hikumetê roja Duşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji komên etnîkî yên Poller ên ser bi El Qaîdeyê Ketîba Macîna 132 kes qetil kir.

Nûhûm Togo ku serokê partiyeke li Bankassê ye, diyar kir ku hejmara qurbaniyan gelekî zêde ye.

Şefê cûntaya leşkerî Asîmî Goyta ku ji Tebaxa 2020'î ve li ser desthilatdariyê ye, ji bo sê rojan şîna neteweyî ragihand.

Ketîba Macîna ji sala 2015'an û vir ve bi êrişên li ser milîsên xwecihî û komên etnîkî di rojevê de ye.

Beşeke mezin a vê herêmê ji binê kontrola dewleta navendî derketiye. Di 23'ê Adara 2019'an de li gundê Ogossagûyê ji koma etnîkî ya Pollerê zêdeyî 160 kes hatibûn qetilkirin.

Li Malî ji sala 2012'an û vir ve ku alîgirên serxwebûna bakur rabûn ser piyan û cîhadîst ketin nava liv û tevgerê, krîzeke giran a ewlekarî, siyasî û mirovî heye. Tundiya ji ber El Qaîde û DAÎŞ'ê piştre li navenda welêt û welatên cîran Bûrkîna Faso û Nîjerê jî belav bû.