Li Lubnanê roja Çarşemê 81 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê de roja Çarşemê li Lubnanê 81 kes hatin kuştin, 403 kes jî birîndar bûn.

Wezaretê hejmara kuştiyan li gorî her bajarî bi berfirehî eşkere kir. Li Nabatiyeyê (Başûrê Lubnanê) 20 kes mirin, 88 kes birîndar bûn.

Li Baalbek-Hermel'ê 12 kes mirin, 73 kes birîndar bûn.

Li Başûrê Lubnanê 18 kes mirin, 183 kes birîndar bûn.

Li herêmên din ên welêt (Navçeyên Şuf, Cbeil û Kesruanê) 22 kes mirin, 48 kes birîndar bûn.

Wezaretê ragihand ku li navçeya Baalbekê di êrîşa li ser gundê Yuninê de 9 kes mirin, 11 kes jî birîndar bûn.

Ji roja Duşemê û vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 600 kes mirin, bi hezaran kes birîndar bûn. Her wiha zêdeyî 90 hezar kes jî ji cih û warê xwe bûn.

Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Îsraîlê roja Çarşemê li tetbîqateke li ser sînorê bakur ji leşkeran re got, ji bo 'ketina' nava Lubnanê xwe amade bikin.