Li Lubnanê di tûra 11’emîn de jî serokkomar nehate hilbijartin

Li Meclîsa Lubnanê ji bo hilbijartina serokkomariyê tûra 11’emîn hate lidarxistin. Di vê tûrê de jî ji ber ku namzetan dengên zêde nestendin, serokkomar nehate hilbijartin.

Li Lubnanê ji bo hilbijartina serokkomarê 14’emîn di tûra 11’emîn de jî serokkomar nehat hilbijartin. Ji 128 parlementeran 111 parlementer ji bo hilbijartina serokkomar amade bûn. Di vê rûniştinê de 67 deng betal bûn. Bang nehate kirin ku wê tûra 12’emîn jî kîngê were kirin.

Serokomarê berê yê Lubnanê Michel Aoun jî di dawiya civîna tûra 46’emîn a parlamentoyê de, di 31’ Cotmeha 2016’an de ji bo serokkomariyê hatibû hilbijartin.