Li Lubnanê di êrîşa Îsraîlê de du rojnamevan hatin kuştin

Li başûrê Lubnanê di êrîşa Îsraîlê de du rojnamevanên kanala televîzyonê ya bi navê El Mayadin hatin kuştin.

Li gorî rojnameya L’Orîent-Le Jour di êrîşê de Huseyîn Akel jî hatiye kuştin ku ji rojnamevanan re rehberî dikir.

Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîkatî got ku Îsraîl bi van êrîşan dixwaze medyayê bêdeng bike.

Servîsa çapemeniyê ya Hîbûllah daxuyaniyek weşand û kuştina rojnamevanên El Mayadin şermezar kir. Hîzbûllahê di peyama sersaxiyê de hişyarî kir ku ev êrîş û kuştina welatiyan wê “bê ceza” nemîne.

Li gorî Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ji 7’ê Cotmehê ve zêdeyî 50 rojnamevan ji aliyê Îsraîlê ve hatine kuştin. Li başûrê Lubnanê ji 7’ê Cotmehê ve 3 rojnamevanên Lubnanî hatin kuştin.