Li Lubnanê bi deh hezaran kesan 170 km zincîreya mirovan çêkirin
Ji Bakurê Lubnanê ber bi Başûrê wê bi deh hezaran kesan bi qasî 170 kîlometre zincîreya mirovan çêkirin û ji bo yekîtiyê peyam dan.
Ji Bakurê Lubnanê ber bi Başûrê wê bi deh hezaran kesan bi qasî 170 kîlometre zincîreya mirovan çêkirin û ji bo yekîtiyê peyam dan.
Gelê Lubnanê ev serê yanzdeh rojan e li ber xwe dide.
Bi deh hezaran kes li ser medyaya civakî biryar dan ku zincîreya mirovan çêbikin. Ji bakur heta başûrê Lubnanê bi qasî 170 kîlometreyan zincîreya mirovan hate çêkirin.
Vê Yekşemê bi sed hezaran kes daketin qadan û nerazîbûna xwe nîşan dan.
Gel li hemberî nelirêtiyên rêveberan û baca li ser Whatsappê nerazîbûna xwe nîşan didin.