Li Los Angelesê her şev 60 hezar kes li derve radizên

Li bajarê Los Angeles ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), hejmara bê malan 23 ji sedî zêde bû.

Li gorî daneyê ji aliyê Otorîteya Xizmetê ji bo Bê Malên li Los Angelesê ve hatin weşandin, li 88 cihên vî bajarî her şev bi giştî 57 hezar û 794 kes li derve, li naverastê radizên.

Li vî bajarê herî qelebalix ê DYA, hejmara bê malan di sala 2016'an de 46 hezar û 874 bû.

Sermijariya bê malan her sal di destpêka meha Çileyê de 3 şevan tê kirin. Rayedarên federal jî her du salan carekê vê serjimariyê dikin.

Şaredarê Los Angelesê Erîc Garcettî got, "Rêbazeke ku vê agahiya nebaş ji holê rake, nîne. Nepêkan e ku mirov rastiya di vê hejmarê de qebûl bikin."

Li gorî şaredar, ev krîza kronîk bi giranî ji ber bihabûna xaniyan û jiyanê ye.

Garcettî got, "Em nikarin destûrê bidin ku kirê bi du qatan bê zêdekirin" û diyar kir, hejmara şervanên berê yên bê mal man e, zêde bûye.

Li gorî Otorîteya Xizmetê ya ji bo Bê Malan a Los Angelesê, hejmara şervanên berê yên bê mal ên li vî bajarî 57 ji sedî zêde bûye û gihîştiye 4 hezar û 828 kesî.