Li Lîbyayê pîlaneke nû ya bi mohra Hakan Fîdan

Piştî serdana Hakan Fîdan a li Lîbyayê serokê îstîxbaratê yê HLN'ê hate kuştin, fermandariya Trablûsê radestî El Qaîdeyê hate kirin, êrişên li dijî sefaretxaneyên Tirkiye û Îtalyayê hatin organîzekirin û dewleta Tirk qala destwerdanê kir.

Li Lîbyayê ku rewş li gorî dilê dewleta Tirk nîne, rojên dawî bûyerên balkêş diqewimin. Rêxistiniya Îhvanî Muslîm û Selefî ku rejîma AKP-MHP'ê pişta xwe pê germ kiriye, li pêşberî Xelîfe Hefter nikare performansa ku jê tê xwestin nîşan bide.

Tevî ku ji Sûriyeyê çeteyan, leşkeran, piştgiriya îstîxbaratê, çek û cebilxaneyan dişîne, dewleta Tirk encamên ku dixwaze nikare bi dest bixe, lewma zemînê ji destwerdaneke yekser re amade dike.

BÛYERÊN KU DI NAVA DU HEFTEYÊN DAWÎ DE QEWIMÎN

Têkçûna êrişên berfireh ên ji bo xisitna bajarê Tarhûna û baregeha Vattiye bi serkêşiya dewleta Tirk, ketina dewrê ya mîsyona 'IRINI' ku Yekîtiya Ewropa ji bo pêkanîna ambargoya çekan da destpêkirin, zêdebûna veguhastina cîhadîstên Sûriyeyî, serdana Serokê MÎT'ê Hakan Fîdan ji bo Lîbyayê, kuştina serokê îstîxbarata Hikumeta Lihevkirina Neteweyî (HLN) ku dewleta Tirk li pişt e, tayînkirina serçeteyê El Qaîdeyê Xalid El-Şerîf ji aliyê dewleta Tirk ve li Trablûsê û rûdana teqînan li bajêr, daxuyaniya Tirkiyeyê ya ku diyar kir ku dikare Hefter bike 'hedefa meşrû', çend ji wan bûyeran e ku di nava du hefteyên dawî de qewimîn.

LI LÎBYAYÊ LÎSTIKA SÛRIYEYÊ

Bûyerên dawî yên li Lîbyayê diqewimin, axaftineke Hakan Fîdan a sala 2014'an tîne bîra mirovan ku ji bo afirandina zemîna dagirkirinê di wê civînê de wiha gotibû: "Ez dikarim 4 kesan bişînim aliyê din, 8 fuzeyan ber bi qadeke vala ve bidim avêtin û bi vî rengî hincetekê çêbikim."

Ji bo bûyerên li Lîbyayê diqewimin û serdana Hakan Fîdan baştir fêhm bikin em bala xwe bidin ser bûyerên ku di nava meha dawî li de Lîbyayê qewimîne:

'VOLKANA HÊRSÊ' YA DEWLETA TIRK

Di demekê de ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji ber pandemiya vîrûsa koronayê banga agirbestê li tevahiya cîhanê kir, dewleta Tirk di nava meha Nîsanê de li dijî hêzên General Xelîfe Hefter dest bi operasyoneke bi navê "Volkana Hêrsê" kir.

Di çarçoveya operasyonê de xeta peravê ya rojavayê Trablûsê û hin wargehên li ser sînorê Tûnisê tevî bajarên mîna Sabrata û Sûrmanê ketin destê HLN.

OPERASYONA HEVPAR A DAÎŞ, EL QAÎDE Û ENSAR EŞ-ŞERÎAT

Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê (ANL) Ehmed El Mismarî diyar kir ku êriş ji aliyê efserên Tirk ve hatine koordînekirin û li xeta Sûrman û Sabrathayê çeteyên ser bi El Qaîde, DAÎŞ û Ensar eş-Şerîat hene.

EHMED EL DEBAŞÎ LI LÎBYAYÊ XUYA KIR

Hate ragihandin ku êrişên li ser bajarê Sabrathayê ji aliyê kesê bi navê Ahmed El Debaşî ve hatine birêvebirin ku El Debaşî sala 2018'an ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve bi sûcdariya "qaçaxçitiya mirovan" xistibûn nava lîsteya reş.

Ev yek, yek ji kiryarên dewleta Tirk bû ku demeke dirêj e hewl dide Lîbyayê ji bo komên çete bike qadeke ewle.

ANL a bi fermandariya Hefter piştî êrişê xwe komî ser hev kir û di serî de Trablûs û Mîsratayê li gelek deveran derbên giran li HLN û artêşa Tirk xist.

Dewleta Tirk bi operasyona 'Volkana Hêrsê' dixwest bajarê Tarhûna û Baregeha Vattiye bi dest bixe, lê belê ji ber ku ev pêk nehat, ji nû ve dest bi veguhastina leşkerî kir.

SERDANA HAKAN FÎDAN LI LÎBYAYÊ

Malpera Al Arabîa 7'ê Gulanê nûçeyek weşand û diyar kir, "Hakan Fîdan beriya hefteyekê serdana Lîbyayê kir." Her wiha ragihand ku dewleta Tirk tevî tîmên xwe yên taybet ji Sûriyeyê gelek çete veguhest Lîbyayê.

ERDOGAN: ÎNŞALLEH EM Ê AGAHIYÊN BAŞ WERBIGIRIN

Li gorî dema ku di nûçeyê de hate ragihandin serdana Hakan Fîdan destpêka meha Gulanê pêk hat. Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan 5'ê Gulanê derket pêşberî kamerayan û got, "Înşalleh di demeke nêz de em ê ji Lîbyayê agahiyên baş werbigirin."

Sefera Hakan Fîdan a li Lîbyayê, xuya ye ji bo Erdogan bûye hêviyeke mezin. Lê belê heman piştî serdana Hakan Fîdan li Lîbyayê hin bûyer qewimîn.

SEROKÊ ÎSTÎXBARATA HLN HATE REVANDIN Û KUŞTIN

Serokê Îstîxbarata HLN Abdulkadîr Tûhamî bi rengekî nediyar hate revandin û kuştin. Hate ragihandin ku Tûhamî ji ber krîza dil miriye.

Lê belê rayedarê ANL a ser bi Hefter Xalid Mehcûb diyar kir ku Tûhamî ji aliyê hêza milîs a HLN ve li aliyê newasî hate revandin, piştre bi êşkenceyê hate kuştin.

Û RÊVEBERIYA TRABLÛSÊ RADESTÎ EL QAÎDEYÊ HATE KIRIN

Bûyereke din ku di heman demê de qewimî ew bû ku endamê El Qaîdeyê yê bi navê Xalid El-Şerîf li odeya operasyona leşkerî ya Trablûsê hate wezîfedarkirin.

Ji Fermandariya Giştî ya ANL Keys Esbaq ragihand, dewleta Tirk Xalid El-Şerîf li fermandariya operasyonên leşkerî ya Trablûsê bi cih kiriye.

Xalid El-Şerîf bi navê xwe yê kod Ebû Hazim el Lîbî ku demeke li Tirkiyeyê bû, serkêşiyê ji koma bi navê Koma Leşkerî ya Lîbyayê re dike û ji ber berpirsyariya gelek êrişên li dijî sivîlên li Lîbyayê di lîsteya Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê de ye ku lê digerin.

ÊRIŞÊN BI GUMAN LI DIJÎ SEFARETXANEYÊN BILIND ÊN TIRKIYE Û ÎTALYAYÊ

Bi rengekî balkêş heman piştî van bûyeran li Trablûsê li taxa Zaviye ed-Dahmanî ya Trablûsê ku sefaretxaneyên Tirkiye û Îtalyayê lê ne êrişên bi fuzeyan hatin kirin.

Di êrişê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes birîndar bûn. Dema êrişê, hedefa êrişê (Tirkiye û Îtalya piştgiriyê didin HLN) balê dikişîne.

WEZARETA KARÊN DERVE YA TIRK NÊTA XWE EŞKERE KIR

Heman piştî vê êrişê Wezareta Karên Derve ya Tirk daxuyaniyek da û diyar kir, "Eger êriş li dijî nûnertiya me ya li Lîbyayê û berjewendiyên me bê kirin, hêzên Hefter wê bibin hedefa meşrû."

DUBAREYA SENARYOYA SÛRIYEYÊ

Bûyerên dawî civîna sala 2014'an û qeyda deng a wê civînê anî bîra mirovan. Hingî Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû, Şêwirmendê Wezîrê Karên Derve Ferîdûn Sînîrlîoglû, Serokê Duyemîn ê Fermandariya Gişî Orgeneral Yaşar Guler û Şêwirmendê MÎT'ê hakan Fîdan bi rojeva Sûriyeyê civîneke veşartî kiribûn.

'NE PIRSGIRÊK E, HINCET DIKARE BÊ AFIRANDIN'

Di civînê de ku hinceta ji bo destwerdana li Sûriyeyê dihate nîqaşkirin Hakan Fîdan wiha digot, "Binerin fermandarê min; eger mesele hincet be ez dikarim 4 kesan bişînim aliyê din, 8 fuzeyan ber bi qadeke vala bidim avêtin. Ne pirsgirêk e. Hincet wê bê afirandin."

HEMAN SENARYOYÊ LI SÛRIYEYÊ JÎ PÊK ANÎN

Ji xwe delweta Tirk di 24'ê Tebaxa 2016'an de 4 roj beriya destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên li Cerablûs-Ezaz-Babê li Dîlokê bi destê DAÎŞ'ê êrişek li dijî daweteke Kurdan kir.

Bi heman rengî beriya dagirkirina Efrînê jî îdîa kir ku ji Efrînê ber bi Hatayê ve hawan hatiye avêtin, lê belê piştre dîmen eşkere bûbûn ku hawan ji nava Tirkiyeyê hatine avêtin. Heman gotin beriya dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê jî gotibû.