Li Libyayê li gel peymanan jî tiştek neguheriye

Têkilî krîza Libyayê bi çarçoweya muzakereyên di bin banê NY'yê de li gel ku hikûmet hatin avakirin jî li qada leşkerî tiştek neguherî. Leşkerên kirêkirî li pêş yekbûnê weke asteng têne dîtin.

Hikûmeta li rojhilatê Libyayê û hikûmeta navendî ya Trablusê bi desteka NY'yê heta hilbijartina giştî ya meha kanûnê hikûmeteke demkî ya yekbûyî ava kir. Ev hikûmet weke siûdekê tê dîtin, ji bo ku dawî li kaosê were anîn, ku piştî 2011'an Muammer Qaddafî bi destê NATO'yê bi rengekî bixwîn hate rûxandin.

Di serê hikûmetê de ku li Cinêvê serê adarê ragihandin û weke 'dîrokî' hate pênasekirin, Evdilhemîd Dbeybah heye. Rêveberiya nû ji hikûmet û Konseya Seroktiyê pêk tê. Hikûmet a ku bi wê îdîayê ye ku dabeşbûnê bi dawî bike, heta hilbijartina giştî ku pêşbînî ew e 24'ê Kanûnê çêbibe, wê li ser kar be.

Li ser kaxezê her tişt xweş xuya bike jî li qadê hê tiştek neguheriye. Nûçegihan Maurîne Mercîer ku medyaya Swîsreyê RTS'ê şandî Libyayê got, ''Dema ku mirov cihêtiya di navbeyna daxuynaiya çapemeniyê ya NY'yê û realîteya Libyayê de dibîne mirov şaş dimîne.''

Li gorî nûçeya RTS'ê, Mercîer dibêje, ''Rastî ev e ku welat têra xwe ji hev veqetiyaye, rêya sereke ku rojhilat digihîne ser rojava hê jî girtiye. Li du aliyan jî komên çekdar li ber hev in. Dibe ku lihevkirineke siyasî hebe lê ji hêla leşkerî ve, ku ya girîng jî ev e, bi teqezî heta vê gavê ti tiştek neguheriye.''

Hikûmeta nû ya Libyayê pêrşemê bi daxuyaniyekê gotibû divê hemû leşkerên kirêkirî yên li welêt ''kêlî beriya kêliyekê'' vekişin. Piştî ku wezîrên karê derve yên Fransa, Elmanya û Italayê serdaneke surptîrz li Trablûsê kiribûn ev daxuyanî hate dayin.

Sekretere Giştî yê NY'yê Antonîo Guterres jî Çarşemê bi daxuyaniyekê gotibû agahiyên derheqê hêmanEn biyan ên li derdora Syrte û Libyayê wan dixin fikarên giran. Li gorî NY'yê hê jî bi qasî 20 hezar leşker û leşkerên kirêkirî çalak in.

Mercîer got, ''Li qadê rewş ji bo her kesî zelal e. Ya ku nahêle welat bibe yek leşkerên kirêkirî ne ku Rûsya û Tirkiye ji bo kampên xwe xurt bikin şandine. Ev du welat û hine dîtir jî li Libyayê şerê wekaletê dikin.''

Nûçegihan Mercîer herî dawî wiha dibêje: ''Libyayî aştiyê û welatekî yekere dixwazin, êdî şer naxwazin. Piraniya komên çekdar aştiyê dixwazin. Lê pê dizanin ku qedera wan ne di dest wan de ye.''