Li Lîbyayê keştiya koçberan noqî avê bû: 5 kes mirin

Di encama noqîavê bûna keştiyeke koçberan a li peravên Lîbyayê de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Ewlekariya Peravên Lîbyayê ve hate kirin, li herêmekî nêzî peravên ava navneteweyî û Lîbyayê keştiyeke nêzî 140 koçber li nav noqî avê bûye.

Erkdarên elekariya Lîbyayê diyar kirin ku 45 kes rizgarkirine û birine peravên Trablûsê, rêxistina rizgarkirin û lêgerînê ya Elman a li Derya Spî xebatê dike Seawatch jî diyar kir ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat hînbûn ku koçberên li nav keştiyê ji Rojavayê Efrîqa, Nîjerya û Senegalê ne.