Bîlançoya lehiyê ya li Lîbyayê giran dibe
Ji ber baran û bahoza Danîel a li rojhilatê Lîbyayê, tê gotin ku bi sedan kes, dibe ku bi hezaran kes miribin.

Serokê hikumeta paralel a li rojhilatê welêt Ûsame Hammad ji medya xwecihî re axivî û diyar kir ku 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran kes jî winda ne.
Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Ahmed Mismarî ku rojhilatê welêt kontrol dike, diyar kir ku li bajarê Dernayê herî kêm 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.
Berdevk Ahmed Mismarî di civîna çapemeniyê de ragihand ku bendavên li jorê bajarê Akdenîzê teqiya ne û bûne sedema lehiyên mezin. Mismarî her wiha diyar kir ku ji 5 heta 6 hezar kesî winda ne.
Di halê hazir de ti ji çavkaniyê nexweşxane û tîmên rizgarkirinê, bîlançoya hikumetê piştrast nekirine.
Bahoza Danîelê bi taybetî bandor li herêmên Derna, Cebel El Ahdar û banliyoya El Marjê kir.