Li Lîbyayê hewldanên aştiyê yên bêyî 'welatên nayên xwestin'

Li Lîbyayê ku Tirkiye bi çeteyên xwe dest lê werdide, karên ji bo avakirina hikumeta demkî dewam dikin.

Li Lîbyayê ku ji sala 2011'an ve şerê navxweyî lê diqewime, ji bo lihevkirina neteweyî gav tên avêtin.

Di deklarasyonekê de ku ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ve hate qebûlkirin, piştgiriya ji bo hikumeta derbasbûnê hate dubarekirin ku hikumeta navborî wê heta hilbijartinên meha Kanûnê yê li Lîbyayê welêt bi rê ve bibe. Di deklarasyonê de tê xwestin ku hikumeta derbasbûnê 'tevlîkar' be û di heman demê de girîngiya jinûve destpêkirina pêvajoya aştiyê ya neteweyî hate destnîşan kirin.

Di deklarasyonê de hate ragihandin ku agirbesta ji meha Cotmehê ve di meriyetê de ye divê bê parastin û işaret bi girîngiya vekişîna hêzên biyanî û 'leşkerên bi pereyan şer dikin' hate kirin.

LÎSTEYA 'WELATÊN NAYÊ XWESTIN' HATE AMADEKIRIN

Ji bo şopandina agirbesta li welêt, KENY ji bo avakirina hêzeke aştiyê kar dike.

Li gorî Nûnera Taybet a berê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Lîbyayê Stephanîe Wîllîams, ev hêz wê 'sivik' be, lê di heman demê de karibe bê pêşvebirin.

Wîllîams hefteya derbasbûyî bi daxuyaniyekê, bêyî ku navê wan eşkere bike qala welatên li Lîbyayê 'nayên xwestin' kiribû. Wîllîams got, "Lîbyayiyan lîsteyek ji welatên ku naxwazin di nava koma çavdêriyê de hebin amade kirin, ku welatên navborî beriya niha yekser tevlî şerê li Lîbyayê bûne. Lewma ji welatên cuda li çavdêran digerin."

Ji sala 2011'an dema têkbirina Mûammer Kaddafî ji ailyê komên bi piştgiriya NATO'yê û vir ve Lîbya di nava şerê navxweyî de ye. Hîn jî li welêt du rêveberî li Trablûs û Tobrûkê hene. Di encama danûstandinan de ku bi mehan dewam kir, aliyên li Lîbyayê li ser avakirina hikumeta derbasbûnê li hev kiribûn.

Hikumeta derbasbûnê ku Abdel Hamîd Dbeîbah û Mohammed Yûnes El Menfî ji bo avakirina wê hatin wezîfedarkirin, wê heta hilbijartinên meha Kanûnê welêt bi rê ve bibe.