Li Libnanê kirîza koçbaran: Wê alîkariyeke 11 milyar dolar bê kirin

Ji bo Libnan a ku malovaniyê ji beşeke mezin a koçberên ji ber şerê navxweyî yên li Sûriyeyê koç kirine dike, di qada navneteweyî de alîkariyeke mezin wê bê pêşwazîkirin.

Di konferanseke li paytexta Fransa Parîsê li hev kom bûn de, ji bo Libnana ku hema bêje nêzî ji pêncan yekê nifûsa wê ji koçberan pêk tê, wê alîakariyeke bi qasî 11 milyar dolar bê dayîn.

Li gel Banka Cîhanî, Fona Pere ya Navneteweyî (ÎMF) nêzî 40 nûnerên welatan ku tevlî konferansa hatî lidarxistin bûn, ji bo Libnana ku ji ber barê giran ê koçberan li ber ketinê ye sozên alîkariyê pêşwazî kirin. Bankaya Cîhanê pênûmeyeke alîkariyê ya bi qasî 4 milyar dolar kir, ev alîkarî jî wê di nava 5 salan bê belavkirin.

Erebîstana Siûdî jî soza, wê lîmîtên krediyên heta niha ji aliyê Libnanê ve nehatibûn dayîn, wê di asta 1 milyar dolarî de dirêj bike da.

Her wiha Fransa jî kirêdiyek bi qasî 550 milyon Eûro hîweyan bibexşîne erê kir. Di konferansê de Hollanda 300 milyon, Brîtanya 150 milyon û Îtalya jî 120 milyon Eûro alîkarî wê pêşwazî bikin.

Li Libnanê ji sala 2011’an a şerê navxweyî ya Sûriyeyê destpê kirî, 4,5 milyon kes dijiyan, lê di dawiya sala 2016’an ev hejmar xwe gihand 6 milyon kes. Ji vê nifûsê ji beşeke mezin a 1 milyonê koçberên ji Sûriyeyê ji ber şer koç kirine.

Serokwezîrê Libnan Saad Harîrî yê ku ji sala par ve bi taybet hevdîtinên bi rêya Fransayê re dikir, tê zanîn têkildarî mijara alîkariyên darayî bûn. Tê texmînkirin ku Ewropa ji bo pêşîgirtina koçberan a ber bi Ewropayê ve alîkariya darayî ji bo Libnanê pêşwazî dike.

Yek ji welatê ku herî zêde koçberên Sûriyeyî lê dijîn Urdune. Urdun di sala 2011’an de xwedî nifuseke 7,5 milyon bû, di roja me ya îro de ev hejmar gihiştiye 9,5 milyonî.