Li Lubnanê 'hefteya hêrsê': Em ê wan 128 sêwertalan darizînin

Li Lubnanê tevgera gel a ku ultîmaton dayî çîna siyasî ya ku hikûmeteke pê ewle ava bikin, li tevahiya welêt gelek rê girt.

Bi çarçoweya ''Hefteya Hêrsê'' di serî bakur, herêma Bekaayê û başûrê welêt li gelek herêman rê girtî man.

Çalakiyên Hefteya Hêrsê bi wê armancê ne ku ultîmatonê bidin rêveberên siyasî da ku di nav 48 saetan hikûmetekê ava bikin.

Lubnanî roja Sêşemê jî li çar hêlên welêt xwe berdane kuçe û kolanan û peyama ku ew biryardar in dane. Xwendayên zanîngehê jî li Trablûsşam û Habsayê çalakiyên rûniştinê saz kirin. Asta çalakiyan siyasî şaş kirin. Çîna siyasî hesêb dikir ku tevgera civakî qels bibe.

Di hefteya pêşî ya Çile de li gel çîna siyasî benqeyên ku bi karên nelirê dihatin tawanbarkinin bûne hedef. Ji çalakgeran Elî Zghaîb ji AFP'ê re axivîbû û gotibû, ''Siyasetmedar çima hê jî li wir in, ez dixwazim zanibim ku li cihê xwe ne. Em ê wan darizînin, em ê van 128 sêwertalan (128 wekîlên li parlmaentoyê) darizînin.''

Li Lubnanê piştî ku bac anîn ser lêgerînên di ser WhatsApp'ê re gel zêdetir hêrs bû, her çendî hikûmetê pêşî hewl da ku bi tundiyê serkut bike jî nikarîbû dengê gel bibire. Piştî protestoyên ku 17'ê Cotmehê dest pê kirin 29'ê Cotmehê Serokwezîr bêgav mabû ku kar berde. Kanûnê piştî ku serokwezîrê nû Hasan Dîab diyar bû jî helwest kêm nebûn.