Li Libnanê berpirsekî payebilind ê Hizbullahê hate kuştin

Hate ragihandin ku rayedarekî payebilind ê leşkerî yê Hizbullahê di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de li başûrê Libnanê hatiye kuştin.

Li gorî AFP'ê, rayedarekî ku navê xwe eşkere nekiriye, diyar kir ku berpirsê Hîzbullahê yê ku di encama êrîşa hewayî ya Îsraîlê de hatiye kuştin, di birêvebirina operasyonên leşkerî yên li başûrê Libnanê de xwedî roleke mezin bû.

Rayedarî ragihand ku li gundê Herbet Selmê ê ku bi qasî 10 kîlometreyan dûrî sînorê Îsraîlê ye, wesayîta berpirsê Hizbullahê hatiye hedefgirtin.

Hizbullahê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Fermandar Wisam Hassan Tawîl di şer de jiyana xwe ji dest daye.

Ji destpêka piştevaniya Hizbullahê ya ji bo Hamasê heya niha payebilindtirîn berpirsê leşkerî yê ku hatiye kuştin Tawîl e.

Ev êrîş piştî kuştina Salih el Arurî û şeş endamên din ên pêşeng pêk hat.

Îsraîlê beriya niha ofîsa Hamasê ya li başûrê Beyrûdê ku weke keleha Hizbullahê tê zanîn, hedef girtibû. Hizbullahê jî ji bo bergirîdanê roja Şemiyê ragihand ku wan 62 moşek avêtine baregeheke leşkerî ya li bakurê Îsraîlê.

Şer bi êrîşeke Hamasê di 7’ê Cotmehê de destpê kir û kete meha xwe ya çaran. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, heya niha li Xezeyê ji ber êrîşên Îsraîlê 23 hezar û 84 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî rojnameya bi navê L'Orîent Le Jourê jî ji destpêka şerî heya niha, di şer û bombebaranên Îsraîlê de li başûrê Libnan û Sûriyeyê 154 şervanên Hizbullahê hatine kuştin.

Li gorî daneyên AFP’ê jî li Libnanê 3 ji wan rojnameger zêdetirî 20 sivîl hatine kuştin. Li gorî rayedarên Îsraîlê jî li bakurê Îsraîlê 9 leşker û 5 sivîl hatine kuştin.