Li Kubayê bi beşdariya Serokdewlet xwepêşandana mezin a ji bo Fîlîstînê

Li Havanayê ji bo piştgiriya Fîlîstîniyan xwepêşandanek hate lidarxistin ku Serokdewletê Kubayê Mîgûel Dîaz-Canel jî tevlî bû. Di xwepêşandanê de piştgiriya DYE'yê ya ji bo Îsraîlê hate şermezarkirin.

Li paytexta Kuba Havanayê, roja Pêncşemê ji bo Fîlîstînê xwepêşandaneke mezin hate lidarxistin. Wezareta Karên Hundir li ser X'ê daxuyaniyek da û diyar kir ku zêdeyî 100 hezar kes tevlî mîtîngê bûn.

Serokdewletê Kubayê Mîgûel Dîaz-Canel pêşengî ji mîtîngê re kir û hevjîna wî Lîs Cûesta û Serokwezîr Manûel Marrero jî tevlî bûn.

Mîtînga ku Mîgûel Dîaz-Canel li refên pêş bû bi banga Ciwanên Komunîst hate lidarxistin.

Çalakî li kolana Maleconê hate lidarxistin ku Sefaretxaneya Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) lê ye û ciwanan bi çefiyên reş û spî bal kişandin.

Xwepêşandêran nêzî saetekê alên Fîlîstînê hildan û pankartên "Fîlîstîn a azad", "Na ji Qirkirinê re", "Bijî Fîlîstîn" bilind kirin.

Her wiha xwendekar, xwendekarên lîseyê û xebatkarên şîrketên dewletê jî tevlî çalakiyê bûn.

Xwepêşandêrên ciwan li pêşiya Sefaretxaneya DYE'yê ku piştevanê esasî yê Îsraîlê ye, dirûşma "Yankee faşîst, tu terorîst e" qîriyan.