Li Kubayê bahoza Alberto: 7 kes mirin, 2 kes jî winda ne

Li Kubayê ji ber bahoza Albertoyê lêhî rabû herî kêm 7 kes mirin, 2 kes jî winda bûn.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Parastina Sivîl ve hatî kirin, 7 kesên temenê wan di navbera 26-77 salî de xeniqîn. 2 kesên temenê wan di navbera 18-51 salî de jî winda bûn.

Ev rewş li navenda welat Cîego de Avîla, Sanctî Apîrîtûs û herêma Vîlla Clara, li herêmên Matansaz û Pînar del Rio yên dikevin rojhilatê welat hate jiyîn. Li herêmên navborî tevayî hefteyê baranek zêde bariya.

Wezîrê Karê Hundir Jûlîo Cêsar Gandarîlla got hemû mirinên çêbûyîn ji ‘bêbaldariyê’ rû dane.

Ji ber bahozê li aliyê din 40 hezar kes hatin tehliyekirin û ziyana maddî çêbû. Bi taybet zeviyên çandiyê zirareke mezin dîtin û ziyanek li hezaran malan jî çêbû.

Rafîneya petrolê ya Cîenfûegos ku di aboriya welat de xwedî cihekî girîng e ji ber bahozê hate girtin.