Li Kosovayê hikumet hate têkbirin

Hikumeta koalîsyonê ku du meh in li Kosovayê desthilatdar bû, di dema şewba vîrûsa koronayê de, bi dengdana 'pêbaweriye' ji desthilatdariyê hate xistin.

Pêşnûmeya dengdana pêbaweriyê ji aliyê serokê partiya Vetevendosje ya çepgirtiya neteweperest û Serokwezîr Albîn Kûrtî ve hatibû pêşkêşkirin.

Partiya Vetevendosje ku du mehan li desthilatdariyê ma, soz dabû ku wê dawî li serdestiya elîtên bi karên nelirê tên sûcdarkirin bînin.

Di nîqaşên 12 saetan de yên li parlamentê, pêşnûmeya partiya LHD a rastgiriya navendî 82 ji 120 dengan wergirt.

Li welêt ku xizmetên tenduristiyê bi rengekî giran tên dîtin, gel çend roj in li şaneşînan li qûşxaneyan dixin û krîza siyasî şermezar dikin.