Li Koreya Başûr lehî rabû: 11 kes mirin, 8 kes winda ne

Li Koreya Başûr, ji 115 salan û vir ve barana herî zêde dibare. Di encamê de lehî rabû û herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî bîlançoya nû ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hate eşkerekirin, ji ber barana zêde û lehiyê 6 jê li paytext Seûlê bi giştî 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 8 kes jî hîn ê winda ne.

Wezaretê got, zêdeyî 5300 kes jî neçar man malên xwe biterikînin. Li paytext Seûlê kolan û strasyonên metroyê du rojan ji ber baranê di nava avê de man.

Serokkomar Yoon Sûk-yeol anî ziman, ku ji 115 salan û vir ve yekemcar li paytextê baraneke ewqasî dijwar dibare.