Li Kongoyê komkujiya sivîlan: 25 kes mirin

Li Komara Kongo ya Demokratîk (RDC), li herêma Itûrî ya li bakurê rojhilat zêdeyî 20 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyan, komkujî roja Sêşemê li herêma Djûgû ya li bakurê bajarê Bûnîayê pêk hat. Rayedaran diyar kirin ku herî kêm 25 kesî jiyana xwe ji dest dane. Li herêmê ji ber ku ewlekarî ne xurt e dibe ku bîlanço girantir bibe.

Milîsên Kooperatîfa Pêşveçûnê ya Kongo (Codeco) ji komkujiyê berpirsyar hate nîşandan. Ev milîs weke berpirsyarên gelek komkujiyan tên dîtin. Codeco jî îdîa dike ku ew li Itûriyê berjewendiyên Lendûyan ku cotkariyê dikin, li dijî sewalkar û bazirganan diparêzin.

Li gorî gelek saziyên navneteweyî, bûyerên li herêma Itûrî diqewimin sûcên li dijî mirovahiyê ne.

Li gorî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî ya 5'ê Hezîranê, di navbera 1'ê Cotmeha 2019'an û 31'ê Gulana 2020'an li herêma Itûrî komên çekdar herî kêm 530 kes kuştin. Ji qurbaniyan 375 kes meha Adarê hatin kuştin. Komîsera Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mîchelle Bachelet piştî serdana Bûnîa ya piştî Çileyê gotibû "Sûcê li dijî mirovahiyê ye."