Li Kongoyê êrîş: Gelek sivîl mirin

Li Komara Kongo ya Demokratîk (RDC) di êrîşa çekdarî de gelek sivîl hatin kuştin.

Li gorî kanên xwecih li rojhilatê welat milîtanên Tifaq Hêza Demokratîk (ADF) êrîş anîn. Li gorî daxuyaniyê li herêma Nord-Kîvû di sê êrîşên cuda de roja Sêşemê bi kêmanî 17 kes mirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin di êrîşa gundê Samboko de 15 leşker mirin, li sînorê Uganda jî 5 kes mirin.

Her wiha DAÎŞ'ê daxuyanî da, hate gotin li eynî herêmê di êrîşeke dî de ya bi ser cihê leşkerî de 3 leşker hatine kuştin.

Di navbeyna artêşa Komara Kongo ya Demokratîk û ADF'ê de bi salan e ku şer didome. Di van mehên dawî de di êrîşan de ku avêtine ser vê komê bi kêmanî 200 kes mirin.