Li Komara Kongo ya Demokratîk şerê etnîkî

Li Komara Kongo ya Demokratîk, di şerê navbera du komên etnîkî de, ji roja Yekşemê û vir ve herî kêm 45 kes mirin.

Waliyê eyaleta Maî-Ndombeyê Gentîny Ngobîla ji AFP'ê re axivî û got, "Van bûyerên tundiyê şeva 15-16'ê Kanûnê dest pê kirin."

Ngobîla diyar kir, herî kêm 45 kes mirine, zêdeyî 60 kes jî birîndar bûne. Fikar hene ku bîlanço girantir bibe.

Piştî ku endamên koma etnîkî ya Banûnû şefekî xwe yê li nava xaka koma etnîkî ya Batendê xwest, bûyerên tundiyê dest pê kir.

Li wîlayeta Maî-Ndombeyê ya li qiraxa Çemê Kongoyê ye, ku ev çem Komara Kongo ya Demokratîk û Komara Kongoyê ji hev qut dike, bi giranî masîgir û cotkar hene.

Walî ragihand, şeva Duşemê rewş aram bûye û hikumetê leşker û polîs şandiye herêmê. Walî got, "Em van çalakiyên barbarî şermezar dikin."

Di vê navberê de, ji ber bûyerên tundiyê yên rojên dawî, zêdeyî 4 hezar kes derbasî aliyê din ê çem bûn û xwe li Komara Kongoyê girtin. Li gorî rayedarên Komara Kongo, sê ji birîndaran di dema koçê de mirine.