Li Komara Demokratîk a Kongoyê komkujiyeke din pêk hat

Çekdaran li herêma Îtûrî ya li bakurê rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê herî kêm 20 sivîlên din qetil kirin

Li gorî daxuyaniya rêxistina Xaça Sor a herêmî û Barometreya Ewlekariyê ya Kîvûyê ku çavdêrên wê li herêmê hene, Hêzên Hevbendiya Demokratîk (AFD) yên girêdayî DAÎŞê li herêma Îtûriyê herî kêm 20 sivîl qetilkirin.

Hate diyarkirin ku êrîş roja Yekşemê li gorî saeta herêmî derdora saet 20.00’an pêk hatiye.

Mîna êrîşên berê, artêşê dereng mudaxele kir. Di êrîşê de gundê Bwanasûra hate hedefgirtin.

Di 30'ê Gulanê de li Bûlongo ya li rojhilatê welat herî kêm 16 kes ji aliyê AFD'ê ve hatibûn qetilkirin.

Di 27’ê Gulanê de li gundê Beû-Manyama yê girêdayî herêma Benî 27 kes hatibûn qetilkirin.

Ji Mijdarê vir ve, artêşên Kongo û Ûgandayê operasyonên leşkerî yên hevbeş li dijî AFD, bi taybetî li rojhilatê herêmê pêk tînin.

Li parêzgehên Bakur-Kîvû û Îtûrî yên Komara Demokratîk a Kongoyê ji Gulana 2021’ê ve rewşa awarte heye. Li van herêman 25 sal in şerê çekdarî diqewime.

Hêzên Hevbendiya Demokratîk (ADF) ku weke şaxa çeteyên DAÎŞ'ê ya Efrîkaya Navîn tê nîşandan, bi qetilkirina bi hezaran sivîlên li Kongoyê û Ûgandaya cîran jî ji ber pêkanîna êrîşan tê sûcdarkirin.