Li Kolombiyê êrîşî koma ji FARC’ê qûtbibû hate kirin: 11 gerîla mirin

Li Kolombiya ya ku pêvajoya aştiyê bi hilbijartinên serokwezîrtiyê ve girêdaye, 11 ji gerîlayên ku ji FARC’ê qût bibûn, di operasyoneke ya artêşê de hatine kuştin.

Wezîrê Parastina Kolomiya Lûîs Corlos Vîllegas, ragihand ku li dijî komeke ji Yekîneyên Çekdar ên Şoreşa Kolombiya (FARC) qût bibûn, operasyonek hatiye lidarxistin. Vîllegas ragihand ku di operasyonê de 11 gerîla hatine kuştin, 2 jî birîndar bûne.

Wezîr anî ziman ku operasyona li dijî eniya 7’an a ku ji endamên FARC’ê ku di çarçoveya peymana aştiyê ya sala 2016’an îmze nekiribûn de pêk hatiye. Eniya 7 a ji aliyê yek ji fermandarên FARC’ê Rodrîgo Cadete ve hate komkirin, li başurê welat bibandor in.

FARC a li gorî daneyên fermî xwedî 7 hezar gerîlayan e, nêzî 7 hezar endamên wê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de çek danî û wê tevlî jiyana sivîl bibin. Dîsa li gorî daneyên fermî, 1200 gerîlayên ku peymana aştiyê erê nekiribûn jî li Eniya 7’an û komên cuda pêk tînin, têkoşîna çekdarî ya xwe dom dikin.