Li Kolombiyayê trîbun hilweşiya: 5 kes mirin, zêdeyî 500 kes jî birîndar bûn

Li Kolombiyayê, di pêşbirka Ga de trîbun hilweşiya. Di bûyerê de 5 kes mirin, zêdeyî 500 kes jî birîndar bûn.

Li Başûrê Amerîkayê, li Kolombiyayê di festîvala pêşbirka Ga de beşek ji trîbunê hilweşiya. Bûyer li bajarê Espînalê qewimî.

Rayedaran ragihandin ku di bûyerê de heta niha 5 kes mirine û zêdeyî 500 kes jî birîndar bûne.

Tê gotin, ku di nava birîndaran de gelek jin û zarok jî hene.

Pêşbirka Ga, ku bi giranî çandeke Spanî ye, bi lîstin û lêdana li du gayan tê kirin. Dawiyê de jî ga ji aliyê kesekî ku jê re matador tê gotin, tê kuştin. Ev yek jî weke pêşbirkekê û şahiyekê tê nîşandan. Lê belê di serî de rêxistinên hawirdorparêz û parêzvanên sewalan li ber vê yekê radin û dixwazin bê qedexekirin. Li Parlamenta Herêma Xweser a Katalonyayê di sala 2012'an de pêşbirka ga hate qedexekirin.