Li Kolombiyayê Serokomarê nû tê hilbijartin

Di hilbijartinên tûra duyemîn a Serokomariya Kolombiyayê de Gerîlayê berê Gûstavo Petro û milyarder Rodolfo Hernandez pêşbaziyê dikin.

Kolombiyayî wê di navbera namzedê çepgir Gûstavo Petro û Rodolfo Hernandez dengê xwe bikar bînin. Milyarder Rodolfo Hernandez weke surprîzekê ji tûra duyemîn re ma.

Hilbijartin di nava atmosfêreke nexweş de tên kirin. Rayedar diyar kirin ku dibe ku bûyerên tundiyê jî biqewimin.

Gerîlayê berê Petro, soza domandina “polîtîkaya heskirinê” da û ji bo wê jî diyar kir ku divê newekheyiyên civakî ji holê bên rakirin.

Serokê berê yê şaredariya Bohotayê û senotorê berê Petro, bernameyeke wiha da pêş xwe: Zanîngeh û pergala tenduristiyê ya bê pere, xanenişîniya giştî, veguherîna ekolojîk, aboriya li ser bingehê çandinî û geştûguzariyê û ji bo ku welat ji tundiyê rizgar bibe bi komên çekdar re cardin gotûbêj bên kirin.

Hernandez ê 77 salî jî li ser rûpela xwe ya TîkTokê bi dîmenên ye deqeyî kampanyayên xwe domand. Xala yekemîn a kampanyaya wê li ser “têkoşîna li dijî gendeliyê” ye. Her du namzed jî soza qutbûna ji pergala siyasî ya heyî didin. Yekane aliyê wan ê hebeş tenê eve. Ji ber ku her du namzed bi vîzyonên xwe dijberî yekin.

Petro armanc dike gendeliyê ji holê rake, Hernandez jî dixwaze dîrokê ji nû ve binivîse. Li gorî anketan wê her du namzed bi hev re di nava pêşbirkê de bin. Di tûra yekemîn de Petro ji sedî 40 Hernandez jî ji sedî 28’ê dengan bidest xistibû.