Li Kolombiyayê parêzvanên mafên mirovan tên kuştin

Li Kolombiyayê, peymana aştiyê ya ku sala 2016'an bi FARC'ê re hate îmzekirin, gav bi gav dikeve rewşeke nediyar. Du salên dawî bi sedan parêzvanên mafên mirovan hatin kuştin û ev yek dibe sedema tirs û fikaran.

Di navbera Yekîneyên Çekdarî yên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) û Serokdewletê wê demê Jûan Manûel Santos de Mijdara 2016'an peymana aştiyê hatibû îmzekirin. Bi vê peymanê re gerîlayên FARC'ê ragihandin ku ew dawî li têkoşîna xwe ya çekdarî tînin. Lê belê piştî ku serokdewletê nû yê rastgir Îvan Dûqûe meha Tebaxê wezîfe dewr girt û gelek fermandarên berê yên FARC'ê xw eji pêvajoyê vekişandin, nayê zanîn bê peymana aştiyê çawa bikeve meriyetê.

Li Kolombiyayê, piştî FARC'ê Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) mezintirîn tevgera gerîla ya çep e. Piştî ku hevdîtinên aştiyê yên bi ELN'ê re jî hatin sekinandin, Kolombiya kete nava rewşek xumamî û ne diyar e. Komên paramîlîter ên alîgirê hikumetê û çeteyên narkotîk her li ser kar in.

BI SEDAN PARÊZVANÊN MAFÊN MIROVAN HATIN KUŞTIN

Rastiyeke din a ku nîşan dide li Kolombiyayê aştiyeke mayinde zehmet e, kuştina parêzvanên mafên mirovan e ku ji sala 2016'an û vir ve bi sedan ji wan hatin kuştin.

Li gorî lêkolîna hefteya bihurî ya Neteweyên Yekbûyî, ji dema îmzekirina peymana aştiyê û vir ve zêdeyî 250 parêzvanên mafên mirovan hatine kuştin.

Neteweyên Yekbûyî ji bo pêkhatina aştiya li welêt bang li hikumeta Îvan Dûqûe ya rast kir ku tavilê tedbîran bigire.

Li Kolombiyayê, di navbera FARC'ê û hêzên hikumetê de sala 1964'an şerê navxweyî dest pê kiribû û ji hingî ve herî kêm 260 hezar mirov mirin. Bi milyonan mirov ji cih û warê xwe bûn, bi deh hezaran însan hatin windakirin.