Li Kolombiyayê ji ber baranê herî kêm 271 kes mirin

Hikumeta Serokkomar Gustavo Petro ji bo derfetên cemaweriyê hîn bêhtir bi kar bîne destpêka vê mehê weke rewşa 'afetê ya neteweyî' ragihand.

Li gorî raporeke fermî ya ku 17'ê Mijdarê roja Pêncşemê hate parvekirin, li Kolomiyayê demsala baranê ya herî dijwar a 40 salên dawî destpê kiriye û wê heta Adarê dewam bike. Hate ragihandin ku ji destpêka meha Mijdarê û vir ve herî kêm 271 kes ji ber vê karesatê mirin.

Li gorî Yekîneya Rêveberiya Rîska Afetê ya Neteweyî (UNGRD), baran sê hefteyên dawî zêde bû û li 32 departmanên welêt bandor li 745 hezar kesî kir. Bi giştî 348 kes birîndar bûn, 6 hezar û 755 mal, bi sedan rê, pir û lûleya drenajê xisar dîtin.

Hikumeta Serokkomar Gustavo Petro ji bo derfetên cemaweriyê hîn bêhtir bi kar bîne destpêka vê mehê weke rewşa 'afetê ya neteweyî' ragihand. Di çarçoveya vê tedbîrê de ji dayikên bi tenê û malbatên ku xisar li wan bûye, alîkarî tê dayin.