Li Kolombiyayê gora komî ya sivîlên ku artêşê kuştine derket holê

Li Kolombiyayê  Dadgeha Taybet ku ji bo aştiya li Kolombiya ava bûyî, li ser gotinên leşkerekî goreke komî da vekirin, 50 cenzayên sivîlan ji gorê hatin derxistin.

Dadgeha Taybet a Aştiyê (JEP) ku bi wê peywirê ye binpêkirina mafan a dema şerê di navbeyna gerîlayên FARC'ê û hikûmetê de bipirse, ragihand cenazeyê 50 kesî ku ji hêla leşkeran ve hatine kuştin ji gora komî hatin derxistin.

Gora komî li ser îfadeya leşkerekî ku ji poşmaniyê sûd wergirtî, li rojavayê başûrê welêt ji gorekê hatin derxistin.

JEP'ê got, ''Pir girîng e ku were diyarkirin ev bûyer ti caran ne mijara lêkolînê ya dadmendiyeke jirêzê ye.''

Leşkerekî ku bi dadgehê re hevkarî kirî, peywirdarên lêpirsînê bire qada Dabeîbayê, goristana bi navê Las Mercedes. Hate diyarkirin cenazeyên li goritanê ji hêla yasayî ve ''qurbanên şer'' in. Dadgehê got ev kes piştî ku bi zorê hatine nebedîkirin, hatine kuştin.
 
Tê texmînkirin ji hêla hikûmeta Kolombiyayê ve, di şerê dijî FARC'ê de bi kêmanî 2 hezar û 248 kes bêyî ku werin darizandin hatine kuştin. 50 ji 100'î ya van înfazan dema Serokkomar Alvaro Urîbe, di navbeyna 2006-2008'an de pêk hatine.