Li Kolombiyayê destdirêjiya li zarokan: 118 leşker hatin tespîtkirin

Li Kolombiyayê, tê gotin ku endamên artêşê ji sala 2016'an ve li dijî zarokan bi sedan carî sûcên zayendî kirine.

Li gorî daxuyaniya Fermandarê Hêzên Bejahî yên Kolombiyayê Edûardo Zapateîro, di encama lêpirsîna li nava yekîneyan de eşkere bû ku herî kêm 118 leşker û efseran sûcê zayendî li dijî zarokan kirine.

Zapateîro diyar kir, 45 ji van leşkeran ji nava artêşê hatine avêtin, pêvajoya têkildarî 73 ji wan dewam dike.

Zapateîro ragihand, ku lêpirsîn li ser sûcên ji sala 2016'an û vir ve hatine kirin tê meşandin û bi dozgeriyê re tê birêvebirin.

PIŞTÎ XWEPÊŞANDANÊN PROTESTOYÎ HATE DESTPÊKIRIN

Daxuyaniya têkildarî sûcên li dijî mirovahiyê ku ji aliyê leşkeran ve hatin kirin, piştî xwepêşandanên xwecihiyan hate dayin. Di 25'ê Hezîranê de şêniyên xwecihî Embera Chamî yên li rojavayê welêt, çalakî kirin. Di çalakiyê de revandina keça 13 salî ya ji aliyê leşkeran ve û destavêtina li wê keçikê hate şermezarkirin. Piştî ku bûyer eşkere û 7 leşker li garnîzoneke leşkerî hatibûn destgîrkirin. Eşkere bûbû ku sê tegmen jî di nava van kesan de hebûn.

Di 29'ê Hezîranê de jî gelê xwecihî Nûkak Makû jî li dijî destavêtina li zarokekê ya Îlona 2019'an xwepêşandaneke protestoyî li dar xistibû.

Li gorî rêveberiya artêşê sûcên hatine kirin divê di çarçoveya sûcê 'nêzîkatiya şexsî' de bên nirxandin û bi rêk û pêk nîne. Lê belê eşkere bû ku bi sedan leşkerî ev sûc kirine ku ev yek jî radixe pêş çavan, êrişên destavêtin û destdirêjiyê bi rêk û pêk li dijî şêniyên xwecihî tê kirin.

Li Kolombiyayê ku nifûsa xwe 49 milyon mirov e, hejmara zarokên kêmî 18 salî yên di sala 2019'an de destavêtin û destdirêjî li wan hate kirin 22 hezar kes derbas kir. Her wiha 708 zarok jî hatin kuştin.