Li Kolombiyayê bi 5 komên sereke yên çekdar re peymana agirbestê

Li Kolombiyayê, hikûmeta çepgir bi 5 komên sereke yên çekdar ên li welêt aktîf in re peymaneke agirbestê ya ji bo 6 mehan pêk anî.

Di dîroka Kolombiyayê de yekem serokkomarê çepgir Gustavo Petro got, "Me bi ELN, Segunda Marguetalia, Şefên Karên Hevpar ên Navendî (EMC), AGC û Hêzên Xweparastinê yên Sîerra Nevada re ji 1'ê Çileyê heta 30'ê Hezîrana 2023'an peymaneke agirbestê ya dualî pêk anî."

EMC piştî ku peymana aştiyê ya 2016'an a bi hikûmeta Kolombiyayê re red kir, koma herî mezin e ku ji FARC'ê veqetiyaye, Segunda Marguetalia jî weke komeke ku ji aliyê kesên ji FARC'ê ve qetiyayî ve hatiye avakirin tê naskirin.

Autodefensas Gaitanistas de Colombia (AGC) komeke neo-paramîlîter ya rastgir a ku berê li dijî gerîla û sendîkayên çep hatibû avakirin, piştî peymana aştiyê ya bi FARC'ê re veguherî avahiyeke bi temamî sûc, bi gotineke din, xebatên xwe yên weke kartela narkotîkê domand.

Hêzên xweparastinê yên Sierra Nevada jî komeke paramîlîter e û Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) wekî tevgera gerîla ya dawîn a çalak a ku hate damezrandin girîngiyê digire. Piştî peymana aştiyê ya dîrokî ya FARC'ê di sala 2016'an de gelek caran bi ELN'ê re muzakere hatin kirin. ELN di sala 1964 'an de ji aliyê xwendekar û sendîkavanên sempatîzanê Che Gûevara û şoreşa Kubayê ve hat damezirandin.

Hikûmeta Kolombiyayê diyar kir ku tevî peymana bi FARC'ê re, ew dixwaze bi "aştiya tam" dawî li pevçûnên heyî bîne. Li Kolombiyayê ku mezintirîn welatê hilberîna kokaînê ya cîhanê ye, ev zêdeyî nîv sedsal e ku di navbera dewlet, komên cuda yên gerîla, paramîlîterên rastgir û bazirganên narkotîkê de pevçûn hene.

Senatorê alîgirê hikumetê Îvan Japeda ku navbeynkariya danûstandinên bi komên çekdar re kir, herî dawî ji AFP'ê re axivî û anî ziman ku hikûmet di berdêla bêçekkirina endamên koma çekdar de 'di warê dadwerî de nêzîkatiyek nerm’ pêşkêş kiriye.

Li gorî rêxistina civaka sivîl Indepaz, îro li Kolombiyayê nêzî 90 komên siyasî û sûcdar xebat didin meşandin. Tê diyarkirin ku di nava van koman de bi giştî 10 hezar çekdar hene.