Li Kolombiya danûstandinên bi ELN’ê re dîsa dest pê dikin

Hate ragihandin li Kolombiyayê danûstandinên aştiyê yên di navbeydana hikûmetê û tevgera gerîla ELN’ê de dîsa dest pê kirine.

Piştî ku FARC derbasî jiyana siyasî bû,danûstandinên aştiyê di navbeyna Artêşa Rizgariya Netewî (ELN), ku mezintirîn rêxistina gerîla a çepgir a li welêt û hikûmeta Kolombiyayê de , hatibû ragihandin ku 10’ê Çile dest pê kirine.

Danûstandinên ku bi îdîaya ELN’ê hin êrîş û suîkastan hatibû birin dîsa dest pê kirine. Hate gotin raunda 5’an a danûstandinên li paytexta Ekvatorê Quîtoyê wê were kirin û danûstandin heta 18’ê Gulanê bidomin.

Serokê şandeya Kolombiyayê Gustavo Bell ku li ser navê hikûmetê danûsandinên dike got ji bo dawî şerê wan û ELN’ê were ‘ronkahiya li dawiya rê’ dîtine. Bell got ji bo aştiyeke domdar û aram danûstandin girîng in.

Bi çarçoweya danûstandinên di navbeyna ELN’ê û hikûmeta Kolombiyayê de, ku Sibata bihurî dest pê kriibû, meha Cotmehê agirbesta pêşî hatibû ragihandin. Lê hikûmetê ji êrîşên ku 8 polî hatibûn kuştin ELN berpirs dîtibû û dawî li agirbestê anîbû.

Di navbeyna Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manûel Santos û Yekîneyên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) de 2016’an peymana aştiyê hatibû danîn û bi vê çarçoweyê 7 hezar gerîlayên FARC’ê çekên xwe dabûne rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY).

Lê partiya rastgir a bi desteka serokdewletê berê Alvaro Urîbe, ku li dijî peymana aştiyê derketibû di hilbijartinên Yekşemê de serkeftineke mezin bi dest ve anîbû û FARC’ê jî tenê 0,4’ê dengan standibû. Hilbijartinên serokdewletê yên welêt jî 27’ê Gulanê wê werin kirin